Brezîl..Ji ber lehî û şemitîna axê jimara kesên mirîn derket 126’an

Li Brazîlya barana îsal bandora xwe ya li ser welat didomîne.
Di felaketa lehî û şemitîna axê ya li bakur-rojhilatê welat de, jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 126’an.
Her wiha tevî hefteyek derbas bû, hîna jî 2 kes winda ne.

Li eyaleta Pernambuco ya li bakurê rojhilatê Brezîlyayê ji ber barana zêde ya ku ji 25’ê Gulanê ve bi bandor e, ji ber lehiyê û felaketa şimitîna axê bîlançoya qurbaniyan giran dibe.

Di daxuyaniya hikûmeta Brezîlyayê de hat ragihandin ku di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji bo dîtina kesên di karesatan de winda bûne, heta niha xwe gihandine cenazeyê 126 kesan.

Û hîna jî 2 kes winda ne.

Di karasatan de nêzî 10,000 kes bêmal man

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 9 hezar û 302 kes bêmal mane û ji bo 2 kesên winda jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Li bajarê Paulista, hat ragihandin ku ji bo kesekî ku di lehiyê de winda bû, Hêzên Deryayî yên Brezîlyayê endamên xwe şandine herêmê.

51 bajar ji ber lehî û şemitîna axê bandor bûn

Rayedarên eyaleta Pernambucoyê ragihandin ku ji ber bobelatê bi taybet li bajarê Recifeyê li 51 bajaran wêranî pêk hatiye.

Li 31 bajaran rewşa awarte hat îlankirin û li seranserê eyaletê jî ji bo welatiyên bêmal bi tevahî 111 stargeh hatin avakirin.

Di meha Sibatê de li Petropolîs a li eyaleta Rîo de Janeîroyê de ji ber lehiyê 233 kesan jiyana xwe ji dest dabûn

Karasata herî giran a 56 salên dawî ye

Ji aliyê din ve felaket weke felaketa herî mezin a 56 salên dawî li eyaleta Pernambucoyê hatin tomarkirin.

Di 30’ê Gulana 1966’an de li eyaletê di lehiyê de 175 kes miribûn.

Back to top button