ŞANDEYEK JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA HERÊMÊ Û DESTÛRA SÛRÎ GIHIŞT WASHINGTON

Şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûrî gihişt paytexta Emerîka Washingtonê. Şande wê geşedanên dawîn ên herêmê û avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê bi berpirsên Amerîkî re nîqaş bike. Derbarê mijarê de Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed axivî û diyar kir ku dûrxistina nûnerên 5 milyonî ji gelê Sûriyê, wê xetereyên mezin li ser paşeroja Sûriyê çêke. Derbarê xwesteka Tirkiyê ya bicihkirina peranberan li ser sînor Sûriyê de jî Ilham Ehmed got, Tirkiyê dixwaze herêmên bakur û rojhilatê Sûrî mîna Efrînê dagir bike.

Şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûrî gihişt paytexta Emerîka Washington.

Şande ji seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Elîzabêt Gewriye û çend berpirsên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Şande wê bi berpirsên Amerîkî re gelek dozên girêdayî Sûriyê nîqaş bike.

ILHAM EHMED:
DÛRXISTINA NÛNERÊN 5 MILYONÎ WÊ XETERIYÊN MEZIN LI PAŞEROJA SÛRIYÊ BIKE

Derbarê mijarê de Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Ilham Ehmed diyar kir ku avakirina komîteya destûrî ku ji aliyê dewletên Astanayê ve hatiye erêkirin, tu rewabûna wê li cem gelê Sûriyê tune ye.

Ilham Ehmed bi bîr xist ku dûrxistina nûnerên 5 milyonî ji gelê Sûriyê ji çareseriya siyasî, wê xetereyên mezin li ser pêşeroja Sûriyê çêke.

ILHAM EHMED:
TIRKIYÊ DIXWAZE SENARYOYA EFRÎNÊ LI HERÊMÊN DIN DUBARE BIKE

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê da zanîn ku wê doza ewlehiya sînor û lihevkirina derbarê wê de jî mijara nîqaşê be û got:

“Tirkiye doza koçberan wek kaxezeke zextê li ser dewletên Ewropayê bi kar tîne da ku pereyan bigire.

Niha jî koçberan bi kar tîne da ku Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike.

Tirkiye hewl dide senaryoya ku li Efrînê pêk hat û pêk tê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hinceta parastina ewlehiya xwe, dubare bike.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehemed daxuyaniya xwe ji ANHA’yê re weha bi dawî kir:

Tevahî cîhanê xwestek û armancên Tirkiyê baş dizane.

Ti gavên ne bi aqil ku Tirkiyê pêk bîne wê bandorê li tevahî dewletên koalîsyon, dewletên Astana û tevahî Sûriyê bike.

Leave a Reply

Back to top button