Efûya Navneteweyî ji bo dorpêça taxên Helebê raporek belav kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî got divê hêzên hikumeta Şamê dorpêça hovane ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dawî bike.
Rêxistinê diyar kir ku bi hevdîtinên hikûmeta Şamê û Tirkiyê re dorpêç giran bû û bang li hikûmeta şamê kir ku rewşê mirovî nexe qurbana bazarên siyasî.

Hikûmeta Şamê ji nîsana 2022’an ve, dorpêçeke hişk daniye ser taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Şehbayê ku piraniya wan kurdin koçberên Efrînê ne.

Bi hatina demsala zivistanê re, bandora vê dorpêçê gelekê zêde dibe.

Di rewşa heyî de, pêwîstiyên jiyanî yên sereke weke derman, sotemenî, ard û şîrên zarokan li van taxan peyda nabin.

Rêxistina Efûyê: Rewşe deh hezaran welatiyan di xeteriyê de ye

Têkildarî vê rewşê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek belav kir û daxwaza bidawîkirina dorpêçê kir.

Rêxistinê eşkere kir ku vê dorpêça Hikûmeta Şamê, jiyana bi dehhezaran xistiye metirsiyê û got:

Dorpêçê hişt ku sotemenî û alîkarî jî li taxan kêm bibin,

Edî derman û pêdiviyên tenduristiyê jî xelas dibin û şênî kelûpelên malên xwe û plastîkê ji bo ku xwe germ bikin, dişewitînin

Rêxistinê Hikûmeta Şamê bi wê yekê tawanbar kir ku ji bo ajandeyên siyasî, dorpêç li Kurdan sepandiye û vê yekê jî bi nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê ve girê dide, çimkî herdû alî şerê Rêveberiya Xweser dikin.

“Şêniyên taxên Helebê berdêlên nakokiyên siyasî didin”

Li gor rapora Rêxistinê:

“Sivîlên Helebê rewşeke ne aram de dijîn.

Bi hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûrî de dorpêç giran bû.

Şêniyên taxa şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdêlên Nakokiyên siyasî didin.”

Lêkolînera têkildarî rewşa Sûriyê ya Nivîsgeha Herêmî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Beyrûtê Diyene Seman jî ji hikûmeta şamê xweset ku rewşa mirovaî neke bazarên siyasî û qanûnên navneteweyî bin pê neke û got:

“Bidawîkirina dorpêçê erkeke exlaqî û qanûnî ye”

Bidawîkirina vê kirîzê ne tenê erkeke exlaqî ye, her wiha ew erkeke qanûnî ye.

Hikûmeta Sûriyê jî li gor qanûna navneteweyî, divê destûrê bide pêdiviyên jiyanî yên sereke da bighêjin welatiyan.

Hikûmet ji kirîzê berpirsiyar e, divê kirîza mirovî çareser bike.”

“Kêmbûna sotemeniyê bar giran dike”

Halê hazir di Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bêtirî 350 hezar kes dimînin.

Ji çaxa ku dorpêç giran bûye 2 zarokan li taxên Helebê yên Kurdan, jiyana xwe ji dest daye.

Niha, hişyariyên karesatên mirovî li wan deveran tên dayîn.

Back to top button