QSD’ê endamên şaneyeke DAIŞ’ê li Dêrazorê girt .
Ev çete di, peydakirina desteka meydanî û lojistîk ji bo şaneyan de çalak bû.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk – QSD’ê têkildarî mijarê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin :
“Yekîneyên Antî Terorê 21’ê Çile operasyonek li Rojhilatê Dêrazorê pêkanî.
Di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê hat girtin .
Operasyon bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê El Şihîl ê pêk hatiye..
Vê şaneyê destekê dida terorê, endam tev li şaneyê dikir..”
Navendê destnîşan kir ku operasyon li ser du qonaxan li dar ketiye ..
Di encamê de berpirsê şaneyê û 2 endamên pê re hatin girtin.
Her wiha YAT`ê alavên bi şaneyê re desteser kirin.