Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen tekez kirin ku divê CPT ne ji bo dewletan, ji bo mafên mirovan kar bike.
Welatiyên ku di hemeleya komkirina imzeyan de cih digrin têkildarî tecrîda li ser Rêber APo axivîn .
Besam Qaso yê ji pêkhateya Suryan daxwaza serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan kir.
Ji pêkahteya Ereb jî Xufran Kewkeb jî got :
“Em bi pirojeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan bawer in ..
Bi taybet jinên Ereb fikrên Rêber Ocalan wek destpêka serhildanê ji xwe re dîtin.”
Gerabêt Manok a ji pêkhateya Ermen jî tekez kir ku ew girtin û tecrîdkirina têkoşeran qebûl nakin
Ji pêkhateya Kurd Salih Omer diyar kir ku CPT li gorî zagonên xwe tevnagere.
Divê xebata wê ji bo mafên mirovan be, ne ji bo dewletan be.”



