Hilbijartina Amerikayê ya 2024’an

Ron DeSantis, yek ji navên ku li pêşberî Donald Trump ji bo bibe namzedê Serokomariyê yê Partiya Komarî ya Amerîkayê di hilbijartinên Mijdarê de, ji namzetiya xwe vekişiya.

Waliyê Florida Ron DeSantis ragihand ku ew ji pêşbirka diyarkirina namzetê Partiya Komarî ya di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de vekişiyaye.

Di dawiya kampanyaya xwe ya hilbijartinê de, DeSantis da anî ziman ku ew ê piştgiriyê bide Donald Trump.

DeSantis ê pêşberî Trump xwe ji namzetiyê vekişand

Bi vekişîna DeSantis re, Nikki Haley wekî tekane li pêşberî serokê berê yê Amerîkayê di nav Partiya Komarparêz de ma.

DeSantis, ku di mehên dawî de gav bi gav piştgiriya hilbijêrên Komarparêz winda kir, di hilbijartinên seretayî yên hefteya borî de li eyaleta Lowa ji sedî 21 ê dengan stend.

Li Lowa ya ku Trump bi rêjeya ji sedî 51 bi ser ket, ji sedî 19’ê hilbijêrên Komarî deng da Balyoza berê ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Haley.

Back to top button