Ger Gerîla nebin, wê artêşa Tirk hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike

Welatiyên bajarokê Kelarê diyar kirin ku ger gerîla nebin, dewleta Tirk wê Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha gotin:
“Serkeftinên gerîla yên vê dawiyê îspat kir ku çek û teknolojiya pêşketî nikare wêrekiya ji pola ya gerîla têk bibe.”

Welatiyê bi navê Heyder Elî diyar kir ku parastina gerîla ya li çiyayan, parastina hemû xaka Kurdistanê ye û wiha got:

“Ger parastina gerîla ya li çiyayan nebe, dewleta Tirk a dagirker wê weke gelek deverên din ên Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Welatiyek din ê bajarokê Kelarê Sebah Mihemed têkildarî mijarê wiha axivî.

“Heta ku ev zilm bi dawî bibe wê têkoşîna gerîla jî berdewam be.

Gerîla xeyalên bi dehan serokên Tirkiyê vale derxistiye.

Ji ber ku piştgirîya gel heye, ji ber wê jî artêşa Tirk di van rojên dawî de şikestineke mezin li hember gerîlayan xwar. ”

PDK’ê başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirkiyê re vekiriye

Back to top button