Dewleta Tirk nuqteyeke din li Cisir Şixûra Idlibê ava kir

Dewleta Tirk a dagirker hejmara nuqteyên xwe yên leşkerî li Idlibê zêde dike û herî dawî nuqteyek din li bajarê Cisir Şixûr ava kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov rgihand ku dewleta Tirk vê sibehê li bajarokê Kifêr ê li gundewarê bajarokê Cisir Şixûr li rojavayê Idlibê nuqteyek din a leşkerî ava kir.

Avakirina vê nuqteyê piştî ku duh pira Kifêr li ser rêya M4 a Lazqiyê-Heleb hat teqandin, pêk tê.

Bi vê yekê hejmara giştî ya nuqteyên dewleta Tirk li herêmên bi navê ”Kêmşer” bûn 52 nuqte.

AGIRBESTA PUITN-ERDOGAN
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: TIRKIYÊ 1700 MAŞÎNEYÊN LEŞKERÎ DERBASÎ IDLIBÊ KIRINE

Ji bilî nuqteyan jî Çavdûriya Sûrî tekez kir ku ji dema ragihandina agribesta Puitn-Erdogan li Idlibê, dewleta Tirk derdora 1700 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirine.

Back to top button