Ji ber êrîşên dewleta Tirk li Til Rifetê 2 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker bajarokê Til Rifet ê Şehbayê bi dijwarî topbaran kir. Ji ber topbaranê 2 sivîl birîndar bûn.

Vê êvarê artêşa dewleta Tirk a dagirker bajarokê Til Rifet ê Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.

Nûçegihana me ragihand ku ji ber topbaranê 2 sivîl birîndar bû.

Hat ragihandin ku navê sivîlekî ku birîndar bûye Ebdulrehman ê 33 salî ye, ji gundê Kotana ye.

Her wiha bombeyeke dewleta Tirk li xeta avê ya bajêr ket.

Di encamê de ava bajêr hat qutkirin.

Back to top button