Ukrayna: Di rojekê de 70 êrişên Rûsya hatine pûçkirin

Rûsya li rojhilatê Ukrayna êrişên xwe dijwar kiriye. Di nava rojekê de li 5 herêmên rojhilatê Ukrayna, bêtirî 70 êriş pêk anîn. Artêşa Ukrayna jî ragihand ku ev êriş hemû hatine pûçkirin. Di vê navberê de, Serokatiya demkî ya Rûsya bû Konseya Ewlekariyê ya NY, rastî bertekên Ukrayna hat.

Bi dirêjbûna şerê li Ukrayna re, Rûsya stratejiyên nû dixe meryetê.

Ya xuya dike jî ev yek stratejîya jihevxistinê ye.

Sererkaniya Ukraynayê têkildarî şerê li rojhilatê welat daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de; Rûsyayê bi 2 êrîşên mûşekî, 30 êrîşên esmanî û bêtirî 40 êrîşên bejahî li ser herêmê pêk aniye.

Ukrayna îdia kir ku di êrişên li ser niştecihên sivîl ên li bajarê Druzhkivka û Avdiyivka yên li herêma Dontskê de, kuştî û birîndar hene.

Artêşa Ukraynayê doh ragihandibû ku wan êrişên Rûsya yên li ser bajarê Bahmut ê ji aliyê leşkerên Moskow ve hatiye dorpêçkirin, têk birine.

Li gorî nirxandina îstîxbarata leşkerî ya Brîtanyayê, hewldana Rûsyayê ya ji bo desteserkirina tevahiya herêma Donbassê bi ser neket.

Moskow jî sedema lewaziya artêşa xwe li herêmê, bi şert û mercên hewayê ve girê da.

YE: Di dema serokatiya Rûsya ya konseya ewlekariya NY de em ê hişyar bin

Di vê navberê de, serokatiya demkî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ket destê Rûsyayê de.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Josep Borrell diyar kir ku YE wê di dema serokatiya Rûsyayê de li hemberî her binpêkirina wezîfeyê hişyar be.

Borrell got,

“Rûsya tevî ku endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya NY ye jî, her tim çarçoveya hiqûqî ya NY’yê binpê dike.

YE wê li hemberî her binpêkirinên Serokatiya Rûsyayê li ber xwe bide.”

Li aliyê din Kîevê rexneyên tund li serokatiya Rûsyayê kir.

Zelensky bertek nîşanî serokatiya Rûsya bo konseya ewlekariya NY da

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky banga reformeke bingehîn li Konseya Ewlekariyê ya NY kir.

Zeyensky serokatiya Rûsyayê wekî “hilweşîna saziyê” şîrove kir.

Rûsya wê di dema serokatiya xwe de, bandora xwe ya li ser biryarên Konseyê kêm be, lê wê bibe berpirsiyarê danîna rojevê.

Rûsya endama daîmî ya Konseya Ewlekariyê ya NY ye.

Di meclîsa ku ji 15 endaman pêk tê de, her meh welatek li ser kursiya serokatiyê dirûne.

Ev rêz jî li gorî alfabeyê tê diyarkirin.

Back to top button