Jinên Minbicê: Berxwedana gerîla êrişa dewleta Tirk a dagirker têk bir

Derbarê berxwedana gerîla li çiyayên kurdistanê, jinên ji pêkhateyên Çerkes û Ereb ên Minbicê axivîn û gotin: “Têkbirina dewleta Tirk, bandor li tevahî gelên herêmê jî kir..”

Artêşa Tirk a dagirker piştî 7 mehan ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî berxwedana gerîla bê çare ma û neçar me ku ji herêma Werxelê û Tabûra Ereban vekişe.

Têkildarî serkeftin û berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk, jinên ji pêkhateyên Ereb û Çerkes ên Minbicê nerînên xwe anîn ziman.

Jina bi navê Sîdana Henûş a ji pêkhateyê Çerkes diyar kir ku bi saya berxwedana gerîla êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê, têk çûn û got:

Dewleta Tirk di êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşîn de têk çû, ji ber vê yekê bi tevahî rêbazan hewl dide aramiya sivîlan têk bibe da ku wan bitirsîne.

Berxwedana gerîla bandor li tevahî gelên herêmê kir, ji ber ku armanca wan ew e ku gelan ji zilim û bindestiyê rizgar bike û mafên wan vegerîne.

Sîdana Henûş dibêje:

Li hemberî êrişên li ser herêmên me, divê em li eniyên pêşîn ên berxwedanê bin.

Hebûna Rêveberiya Xweser û piştgiriya wê ji pêkhateyê Çerkes re erênî ye, ji ber ku ev yek berê tune bû.

Hena Mihemed ya ji pêkhateyê Ereb jî berxwedana gerîla silav kir û wiha anî ziman:

Bi saya berxwedan û fedekariyên gerîla êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê têk çûn.

Em ê li ber xwe bidin û tu carî bê hêz namînin ji ber ku em gel bi hêz in û û îradeya me heye.

Back to top button