Endamên HDP: Kujerê Zekî Çelebî bigirin

Endamên HDP’ê yên li Hewlêrê bang li hikûmeta Başûr kir ku jiyana penaberên siyasî yên li Başûr biparêz e.

Endamê HDP’ê Nasir Yagiz derbarê şehîdxistina Zekî Çelebî ji Rojnews’ê re axivî û ev tişt anî ziman:

”Şehîdkirina Zekî yek ji kiryarên saziyên îxtixbareta MÎT’a Tirkiyê ye. Xeterî li ser penaberên siyasî heye.”

Nasir Yagiz ji hikûmeta Başûr xwest ku penaberên Bakur biparêze û nehêle bûyerên wiha dubare bibin.

Her wiha banga girtina kujerê Zekî Çelebî kir.

Endamê HDP’ê Hekîm Kerîm jî anî ziman tişta li hemberî Zekî Çelebî hatiye kirin, terorîstiye.

Hekîm got: ”Bila Tirkiyê baş zanibe ku em ji mirinê natirsin û dê têkoşîna me dewam be.”

Panaberê Siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Zekî Çelebî şeva 17’ê Gulanê li Silêmaniyê hat şehîdxistin.

Back to top button