Firqeya 4. jiyana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dixin xetereyê

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye got Firqeya 4`an a hikumeta Şamê li pêşiya xilaskirina şêniyan astengiyan derdixe ku nahêle alîkarî derbasî her du taxan bibin.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye têkildarî mijarê li pêşiya konê li Goristana Şehîdan a taxa Şiqeyif a Helebê vedaye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şifayê ji birîndaran re dixwazin.

Di salên aloziyê de her du tax bi awayekî hovane hatin topbarankirin ku hema bêje zirar gihaşt piraniya avahiyan.

Bi erdhejê re, bingeha van avahiyan her ku çûn zaîf bûn û bi hilweşînê re rû bi rû mane.”

Meclisa Giştî ji bo kesên bê war mane, kon vedan, hol, mizgeft û dibistan amade kirin û alîkarî li wan belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Alîkarî li deriyên Helebê ne, lê Firqeya 4`an nahêle ku ew derbasî bajêr û her du taxan bibin.

Tevî ku pêwîstiya bajêr bi van alîkariyan heye.”

Back to top button