Platforma piştevaniyê ya erdhejê ya Enqereyê hat avakirin

Sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bi pêşengiya ÎHD a Şaxa Enqereyê li hev kom bûn û Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ya Enqereyê ava kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, piştî erdhejê, ji bo kêmasiyên koordîasyona xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariyê ji holê bên rakirin, li Komeleya Mulkiyelîleran civînek li dar xist.

Di civînê de ewilî Hevserokê ÎHD a Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat axivî û diyar kir ku bi karesateke pir mezin re rû bi rû ne û got:

Ji bo birînên mexdûrên erdhejê bên cebirandin, ji bo avakirina koordînasyoneke navendî li hev kom bûne.

Di civînê de gelek komîsyon hatin avakirin û kesên tevlî civînê bûne hatin peywirdarkirin.

Her wiha HDP, TMMOB, KESK, ATO, MalêN Gel û ÇHD jî di nav de Komîsyona Navendî hat avakirin.

Piştî civînê Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Enqereyê Şevîn Kayayê damezrandina Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ya Enqereyê eşkere kir.

Back to top button