Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê piştgirî da kampanya HDP’ê

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê piştgirî da kampanya alîkariyê ya ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatî destpêkirin.

Şandeya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi serokatiya Sekretetê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Belên Abdullan serdana kampanya alîkariyê ya ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê Endamê Nûnertiya HDP’ê Abid Îke ve hate pêşwazîkirin.

Abid Îke li ser serdanê got: “Pêwîstiya me bi hevkariya hemû aliyên siyasî heye.

Em dixwazin hemû pêwîstiyan bigihînin mexdûran, ji ber ku dewleta Tirk weke pêwîst alîkariyê nagihîne mexdûran.”

Sekretetê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Belên Abdullan jî got: “Em bi hemû awayî piştgiriya kampanyayê dikin, ji bo bi riya HDP’ê alîkariyê bigihînin mexdûrên Erdhejê.

Bang li welatî û aliyên siyasî dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin.”

Back to top button