QSD’ê bîlançoya roja 4’an a êrişan eşkere kir

QSD’ê bîlançoya roja 4’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkera kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 4’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkera kir.

QSD got, dewleta Tirka dagirker di roj 4’an de êrişên xwe yên hovane li ser deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir.

Di encama êrişan de şehîd û birîndar çêbûn û xisra gihaştin navendên girîng û binsaziyê.

Bajarê Dêrikê û gundewarê wê:

Bajarê Qamişlo û gundewarê wê;

  • Gundê Til Zîwan ê rojhilatê bajêr,
  • Gundê Herem Şêx yê rojavayê bajêr topbaran kirin.
  • Depoya petrolê ya dikeve başurê bajarokê Tirbespiyê bombebaran kir, di encamê de sivîlek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Bajarê Amûdê û gundewarê wê;

  • Bajarokê Zirganê, gundên Mişêrfê, Til Hermel û Rebîat hatin topbaran kirin”

Bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê;

  • Malên sivîlên bajarokê Eyn Îsayê, bi topên obusên giran topbaran kirin.
  • Malên sivîlan li gundê Xalidiyê yê navçeyê,
  • Bi çeka doçkayê kampa Eyn Îsayê,
  • Nuqteyên hêzên leşkerî yê li eniya Eyn Îsayê û, Gundê Hoşan, Xalidiyê bombebaran kirin.

Bajarê Kobanê û gundewarê wê;

  • Gundên Xerbisan, Cîşan, Til Şeîr, Selîm, Xerxerî, Celaxî û Zormexar hatin topbaran kirin.

Bajarê Minbic û gundewarê wê;

  • Gundên Seyda, Hoşeriyê, Toxar, Qurt-wêran, Ewn Dadat û Um Cilûdî yên Minbicê hatin topbaran kirin.
Back to top button