Li Kobanê ji bo 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê mûm hatin pêxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê-Şaxê Kobanê, ji bo 29 Hêzên Têkoşîna Li Dijî Hişbirê yên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, mûm hatin pêxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin bo giyanê şehîdan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Mihemed daxuyanî xwend.

Mihemed da xuyakirin ku ji destpêka şoreşê heta roja îro dewleta Tirk bi hevkariya dewletên navnetewî her cure êrişan tîne li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê.

Mihemed Mihemed got:

Dewleta Tirk bi desteka hêzên navneteweyî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Bê ku bêje Kurd e, Ereb e, Asûr an jî Suryan e, jin û zarok e êrişî herêmê dike.

Lê em ê bi yekitiya xwe bi ser bikevin.

Bîranîn bi dirûşma ‘ Şehîd Namirê ‘ bidawî bû.

Back to top button