Beriya du mehan û nîvekî, malbatek ji Rojavayê Kurdistanê, li gundê Pîrreş a girêdayî Hewlêrê, bi gule hatibûn kuştin. Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê îro cezayê darvekirinê li kujerê pênc kesan birî.
2’yê Cotmeha 2019’an malbatek ji Rojavayê Kurdistanê ku ji dê, bav û 3 zarokan pêkdihat, li gundê Pîrreş a girêdayî Hewlêrê, bi gule hatibûn kuştin.
Asayîşa Hewlêrê piştî mehekê gihîştibû cihê bûyerê û lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di encama lêpirsînê de bersûcê bi navê Ferîdûn Kerîm hat girtin.
Bersûc Kerîm li xwe mikûr hatibû ku malbat kuştî ye û Rêveberiya Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di çapameniyê de ev weşandibû.
Bersûc Ferîdûn Kerîm li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê hate darizandin û dadgehê 4 caran cezayê darvekirinê lê birî.
Parêzerê doza malbata Rojavayî Birzo Seîd jî biryara darvekirinê piştrast kir û got:
“Ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê divê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê îmze bike.”