Di 5’ê Cotmehê de welatiyê bi navê Riyad Korkecî di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagiker a li ser kargaha çemento ya li bajarê Hesekê şehîd bûbû.
Îro cenazeyê şehîd Riyad bi merasimek bi heybet spastin axê.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Riyad Korkecî ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li beşê rojavayê Şêxmeqsûdê wergirt û birin goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Piştî deqeya rêzgirtin, endama Melcisa Malbatên Şehîdan Ferjîn Efrîn di merasîmê de axivî û got:
“Dewleta Tirk a dagirker soza qirkirina gelê Kurd daye.
Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibêjin hûn nikarin vê armancê pêk bînin.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên xwe yên xurt sivîlan dike hedef, lê dewletên din bêdeng in.”
Li ser navê malbata şehîd jî Xedîce Korkecî jî got:
Şehîd di dilên me de zindî ne.
Piştî wesiqeya şehîd radestî malbatê hat kirin, girseyê bi tilîliyên dayikan û berzkirina diruşmeyan şehîd veşartin.