Nasnameyên 8 şehîdên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne hatin aşkera kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameyên 8 welatiyên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne aşkera kirin.
Li gorî Meclisê, welatiyên bi navên Ebdurehman Nasan, Gulo Şêx Elî, Ebdurehman Hecî, Huzeyfa Hiso û Îsmaîl Xelo li Kobanê,
Ednan Ebdî û Riyad Korkecî li Hesekê
Û Mihemed Hisên El Ilêwî li navçeya Tirbespiyê şehîd bûne.
Meclisa Malbatên şehîdan diyar kir ku 8 welatî duh (5′ê Cotmehê) şehîd bûne û dê sibe merasîmên oxirkirina wan li herêmên Firatê û Cizîrê werin lidarxistin.