Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl ji gundên navçeya Mabata revandin

Sûc û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî li dijî sivîlan bê navber didomin.
Dagirkeran di çend rojên borî de 3 sivîl ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî revandin.
Doh jî çeteyên dewleta Tirk zarokek ji bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî revandibûn.

Hat ragihandin çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Xerîb Ismaîl Hesen yê ji gundê Xelnêrê yê bi ser Mabata ku dema vedigeriya mala xwe ew revandin.

Hat zanîn ku Xerîb Ismaîl Hesen ev cara duyemîne ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser gundê Gemrokê yê Mabata û welatiyên bi navê Ebdo Mihemed Omer û Mihemed Hisên Şêxo revandin.

Hat diyar kirin nayê zanîn bê ka çeteyan her du kes birine kuderê.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî jineke ciwan revand

Duh jî çeteyan li Girê Spî ya dagirkirî li benda kontrolê ya Um El-Xeratîm ê nêzî bajarokê Elî Baciliyê zarokeke bi navê Kewser El Ebid revandin.

Heta niha jî aqûbeta zarok nayê zanîn.

Back to top button