Seîd Kakeyî: PDK şerm dike berpirsyartiya xelîfan li xwe bigire

PDK gerîla şehîd dixe li ser de jî cenazeyê wan nade malbatên wan. Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî diyar kir ku ji ber ku PDK şerm dike di nav hewildanên bi vê rengî de ye.

Seîd Kakeyî diyar kir ku PDK şerm dike beprirsyartiya şehîdkirina gerîlayên li Xelîfan li stûyê xwe bigire û got:

Ew aliyên siyasî yên çek û pere di destê wan de ye, ne tenê ji xwe ditirsin, li gor daxwaz û planên dewleta Tirk a dagirker tevdigerin, ji wê ditirsin ku rastiya wan derkeve holê.

Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî bersiva pirsa,’Çima PDK berpirsyartiya bûyera Xelîfan têxe stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ?’ wiha da:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê kî ye? Ma her ne ew bi xwe ne? Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr kîne? Êdî pêwîst nake veşêrin. Bila PDK bi eşkere ji gel re bêje, em nokeriya Tirkiyeyê dikin û li gerîla didin. Bela kesên din sûcdar nekin..”

Back to top button