Hilbijartinên li Pakîstanê

Li Pakîstanê hilbijartinên Meclisa Neteweyî û Eyaletan tê lidarxistin.
128 mîlyon kes ji bo dengê xwe bidin berê xwe didin sindoqan.
Dê demjimêr 17’an hilbijartin bi dawî bibe û roja Înê encamên zelal werin eşkerekirin.

Demekê li Pakistanê aloziya siyasî hebû.

Serokwezîrê berê yê Pakîstanê Îmran Xan ji desthilatdariyê hatibû xistin.

Piştî vê yekê amedekariyên hilbijartinan hatin kirin.

Doh dîsa Pakîstan bi êrîşên bombeyî ku li buroyên hilbijartinan hatin kirin şiyar bû.

Di vê êrîşê de 30 kes hatin kuştin û 38 kes jî birîndar bûn.

Îro ji bo dengdayînê welatî çûn ser sindoqan.

128 mîlyon kes dengê xwe bidin

Ji ber êrîşên bombeyî bi armanca xurtkirina ewlehiyê sînoran hat girtin, pêwendiyên telefonê hatin qutkitin.

Li Pakîstanê 241 mîlyon kes dijîn û 128 mîlyon kes xwedî mafê dengdayînê ye.

Li welêt 90 hezar sindoq hatiye danîn û wê hilbijêr 336 endamên Meclisa Neteweyî diyar bikin.

Her wiha 150 partî, 17 hezar 816 namzetên parlamenteriyê tevlî vê hilbijartinê dibin.

Dê roja Înê encamên zelal eşkere bibe

Li gorî çavdêran Tevgera Adalet a Pakîstanê ku partiya serokwezîrê berê welêt Îmran Xan e, derdikeve pêş.

Hilbijartinên Meclisa Neteweyî û eyaletan dê li gor demjimêrên heremî 17’an bi dawî bibe.

Tê payîn dê roja Înê encamên hilbijartinê bi zelalî eşkere bibe.

Di demê dengdanê de êrîşeke çekdarî pêk hat

Li aliyê din li eyaleta ya Pakistanê di êrîşa çekdarî ya li dijî wezîfedarên hilbijartinê de 4 polîs hatin kuştin.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku li navçeya Kot Azam a herêma Tank a eyaleta Xeyber Paktunkha, kesên nenas êrîşeke çekdarî li wezîfedarên hilbijartinê pêk anîn.

Li eyaleta Belucistanê jî di encama çandina mayînê de ku wesayîtên leşkerî hat armanckirin 2 leşker mirin.

Ji ber êrîşê li Kot Azamê dengdan bi awayekî demkî hat sekinandin.

Back to top button