Li Îzlandayê cara sêyem çiyayê bi volqan teqiya

Li Îzlandayê beriya mehekî çiyayekî volqan teqiya bû, ev yek li welêt metirsiyek bi xwe re anîbû.
Dîsa li herêma Nîvgirava Reykjanes ya Îzlandayê çiyayê volqan ket tevgerê û teqiya.
Rayedaran piştî vê yekê hewl didin kesên nêzî li çiyê bi cîhbûne tehliye bikin.

Li nêzî bajarê Grindavik ê li Nîvgirava Reykjanes a Îzlandayê di nava 3 mehên dawî de cara sêyemîn teqîna volkanîk pêk hat.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Îzlandayê, volkana ku li gor saeta herêmî saet di 06.00’an de teqiya.

Hat destnîşankirin ku lav ber bi rojava ve diherike û xeterî li ser bajarokê Grîndavîk û santrala li herêmê tune ye.

Li gor nûçeya televizyona RUV ya ku li welêt weşana xwe dike, hin tesîsên geştiyariyê yên li herêmên nêzî volkanê hatin girtin.

Vidir Reynissonê ku ji wezîfedarên Parastina Sivîl û Rewşa Lezgîn a Îzlandayê ye di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku ji ber teqîna volqan berê herêm bi temamî hatibû valakirin.

Bi pêşketinên dawî re di 3 mehên dawî de li heman herêmê 3 teqînên volkanîk pêk hatin.

Piştî erdhejên li pey hev li Îzlandayê, di 11’ê Mijdarê de li dijî îhtîmala teqîna volqan “rewşa awarte” hatibû îlankirin û rayedaran jî weke tedbîr biryara valakirina bajarê Grindavik a li başûrê rojavayê welêt dan.

Di 18’ê Kanûna 2023’yan de li nêzî bajarê Grindavikê volqanek teqiya

û di 22’ê Kanûnê de destûr hat dayîn ku kesên ku hatine derxistin vegerin malên xwe.

Piştî teqîna volkana ku di 14’ê Çileyê de li heman herêmê pêk hatibû, ji ber ku lav giha Grîndavikê şêniyên bajêr dîsa hatin tehliyekirin.

Back to top button