Salvegra Rêveberiya Xweser li bajarê Reqayê hate pîrozkirin

Salvegera 4. a damezarandina Rêveberiya Xweser li bajarê Reqayê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid El Mihbaş û Bêrivan Xalid axivîn û gotin:
Projeya Rêveberiya Xweser bingeha xwe ji hêz, vîn û biratiya gelan girt. Projeya Rêveberiya Xweser ne projeyekî cihêkar e, projeyeke neteweya demokratîk a ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye.

Îro,4 sal li ser damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibin.

Bi vê boneyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyek li bajarê Reqayê li dar xist.

Pîrozbahî bi amadebûna endamên Rêveberiyên Sivîl û Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên partiyên siyasî, Hêzên Asayîşê, QSD`ê, şêx û rûspiyên eşîran li Hola Mişwar hate lidarxistin.

Pîrozbahiyê bi axaftina hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş û Bêrîvan Xalid dest pê kir.

Ebid El-Mihbaş: Projeya Rêveberiya Xweser projeyekî Sûrî, neteweyî û demokratîk e

El Mihbaş bal kişand li ser destkeftiyên Rêveberiya Xweser ji destpêka damezrandina wê û xebatên xizmetguzarî ku di hemû aliyan de hatine kirin, her wiha îşaret bi astengiyên hundir û derve yên li pêşiya xebatên rêveberiyê kir.

El Mihbaş di dawiyê de got ku projeya Rêveberiya Xweser ne projeyekî cudakar e, ew projeyekî Neteweya Demokratîk a ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye.

Bêrîvan Xalid: Rêveberiya Xweser hêz, vîn û yekbûna gelê xwe esas girt

Heveroka Meclisa Rêvebera a rêveberiya Xweser Bêrvan Xalid jî axivî û behsa şert û mercên Rêvebriya xweser tê de hate avakirin kir.

Piştre hevseroka MSD’ê Emîne Omer axivî û got ku Rêveberiya Xweser modela demokratîka a herî guncav e ji bo çareseriya aloziya Sûrî.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî axaftin hatin kirin û tê de destkeftiyên Rêveberiya Xweser a bi saya lehengiya şehîdan û berxwedaniya hêzên parastinê hatin bibîrxistin.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser hatin xelatkirin

Piştî axaftinan dayîka şehîd Ferdad Dêrik û endamên PYD’ê û Meclisa Jinê hevserokên Meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser xelat kirin.

Şahî bi pêşandana senevizyonekê li ser proje û xebatên Rêveberiya Xweser yên ji destpêka damezrandina wê ve bi dawî bû.

Back to top button