Hizba Şûî Kurdistanê bi boneya 89’emîn salvegera damezrandina partiya xwe merasîmek pîrozbahiyê lidarxist. Pêşmergeyê Dêrîn ê Hizba Şûî Ebo Tara diyar kir ewê piştgiriyê didin têkoşîna beşên din ên Kurdistanê.
Îro 89 sal di ser damezrandina Hizba Şuî re derbas dibe.
Bi vê wesîleyê li Malbenda 1 a Hizba Şûî ya li Silêmaniyê merasîmek pîrozbahiyê hat lidarxistin.
Di dema merasîmê de, yek ji peşmergeyên dêrîn ê Hizba Şûî Ebo Tara Sofî wiha got: “Ez pîrozbahiyê li tevayî endamên Hizba Şuî dikim. Hizba Şuî ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo kesên hatine çewisandin û ji bo gelên bindest têkoşînê dike.”
Ebo Tara da zanîn ku her çiqas Hikûmeta Herêma başûr yek ji daxwazên gelê Kurd bû, lê heta niha hikûmeta Herêmê nekarîye ji hemû pirsgirêkên gel re bibe bersiv.
Her wiha got, nabe li Herêma başûr çînek sermayedar hebe û gel jî ji ber wan di nava êşan de jiyan bike.
Dawiyê Pêşmergeyê Dêrîn Ebo Tara got; “Xebata me, xebateke ji bo têkoşerên beşên din ên Kurdistanê ye.”



