KNK: Dêrbarê sûcên dewleta Tirk de me ji 40 welatan re rapor şandin

Dewleta Tirk a dagirker, di operasyonên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de bikaranîna çekên kîmyew didomîne.Têkildarî êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, KNK delîl û raporan berhev dike û wan ji sazî û rêxistinên navdewletî re dişîne. Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, diyar kir ku wan raporên têkildarî çekên kîmyewî ji 40 welatan re şandine.

Operasyonên dewleta Tirk a dagirker ku di 23’yê Nîsana 2021’ê de li dijî Başûrê Kurdistanê dan destpêkirin, didomin.

Di van operasyonên ku ji bejahiyê û hewayê ve tên kirin, çekên kîmyewî tên bikaranîn.

Ji ber çekên kîmyewî heya niha 33 gerîla şehîd bûne.

Hêzên navneteweyî xwe li bêdengiyê datînin û PDK jî hewl dide ser vê yekê bigire.

Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) têkildarî çekên kîmyewî delîl û raporan berhev dike û wan ji sazî û rêxistinên navdewletî re dişîne.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs têkildarî lêkolînên kirine û encamên wan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Ehmed Karamûs, destnîşan kir ku piştî ku Tirkiye li Garê têkçû serî li çekên kîmyewî da û got:

“Li herêma Kanîmasî, Avaşîn û Metînayê 323 caran ji hewayê û bejahiyê ve çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Li devera Dihok, Zaxo û Kanîmasîyê li 550 gundan çekên kîmyewî hatine bikaranîn.”

Ehmed Karamûs, diyar kir ku wan raporên têkildarî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li herêmê bi kar anîne ji 40 welatan re şandine û got: “Kesên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane testên wan hatine girtin.

Di encama van testan de îspat bû ku dewleta Tirk teqez li herêmê çekên kîmyewî bikartîne.”

Karamûs, da zanîn ku wan têkildarî mijarê gelek hevdîtin bi rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî OPCW’ê re jî kirine û wiha dewam kir:

Me bi delîl û raporên ku me kom kirine serî lê da û belgeyên xwe dan wan.

Lê belê OPCW’ê gelek caran got ku ger ew bi xwe ne di nav de bin nikarin lêkolînê bikin.

Heta niha hê bersiva serlêdanên me nedane û ew bi xwe jî neçûne herêmê û lêkolîn nekirine.

Rêxistina OPCW li gorî berjewendiyên hin kesan tevdigere û di xizmeta hin dewletan de ye.”

Karamûs, anî ziman ku hevdîtinên wan ên bi saziyên navneteweyî re dewam dikin.

KNK: Divê hikûmeta Başûr bi hikûmeta Iraqê ya navendî re dozê li Tirkiyê veke

Di dewama axaftina xwe de Karamûs anî ziman tevî belge û raporan jî li dijî êrişên dewleta Tirk bêdengiyeke mezin heye û got; “Pêwîst e hikûmeta başûrê Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê ya navendî re dozê li Tirkiyê veke.

Eşkerekirina sûcên dewleta Tirk erkeke netewî û exlaqî ye”

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs di dawî de xwest sazi û rêxistinên heremî û cîhanî bi erka xwe rabin.

Back to top button