Avakirina bendava Ilisû dewam dike û av gihişt Heskîfê

Heskîfa qadîm ji ber polîtîkayên qirkirinê yê AKP’ê rojên xwe yên dawî dijî.
Tevî hemû hewldan û dijderketina rêxistinên civakî yên sivîl, hikumeta AKP’ê di ya xwe de israr kir û Bendava Ilisû çêkir.
Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar sal û wê di bin avê de bimîne.

Ava Bendava Ilisûyê gihîşt navçeya dîrokî Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salî.

Tê payîn ku tevahiya Heskîfê heta meha sibatê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne.

Bi çêkirina bendavê re nêzî 200 cih û warên girêdayî Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê di bin avê de man.

Niha jî av gihîşt Heskîfa dîrokî û ji niha ve gelek dar, şikeft û şûnwarên dîrokî di bin avê de man.

Li hin cihan kûrahiya avê gihîştiye 8 metroyan û firehiya wê jî bi qasî 25 metroyan e.

Kordînasyona Heskîfê destnîşan kir ku bi bendavê re; wê 289 girik ku dîroka wan bi qasî Heskîfê ye, bi milyonan zindawer û 200 cih û warên gel di bin avê de bimînin û nêzî 80 hezar mirov ji herêmê koç bikin.

Tevî nerazîbûnên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîrên herêmê û navnetewî, hikumeta AKP’ê di polîtîkaya xwe ya tunekirinê de, israr kir û bendav çêkir.

Leave a Reply

Back to top button