Li şûna endamên meclîsa şaredariya baglarê qeyûm hatin bicihkirin

Hikumeta faşîst a AKP’ê, dagirkirina şaredariyên HDP’ê û bicihkirina qeyûmên xwe li şûna HDP’iyan ji xwe re kiriye karekî rojane.
Li Şaredariya Baglarê ya desteserkirî, li şûna 3 endamên HDP’î yên meclîsê qeyûm hatin bicihkirin.

Li Amedê li şûna Zekî Kanay, Ramazan Ozçelîk û Nûrsel Ornek ên HDP’î ku ji bo endametiya Meclîsa Şaredariya Baglarê hatibûn hilbijartin, qeyûm hatin bicihkirin.

Beriya niha jî li şûna 6 endamên HDP’ê yên meclîsa şaredariyê qeyûm hatibû bicihkirin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de, HDP’ê ji 37 endamên meclîsa şaredariyê ya Baglarê 30 ji wan qezenc kiribû.

Lê belê ji ber desteserkirin û bicîhkirina qeyûman, hejmara HDP’iyan daket 21 kesî.

Leave a Reply

Back to top button