Meclisa Ewlehî ya Navdewletî peymana şandina alîkariyê 2 hefteyan dirêj kir

Peymana şandina alîkariyê ji bo sûriyê îro bidawî dibe. Lê Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî biryar da ku dema peymanê du hefteyan dirêj bike.

5 endamên Meclisa Ewlehiyê ya navdewletî, biryar dan ku dema peymana şandina alîkariyan a ji bo Sûriyê, du hefteyan dirêj bibe.

Ji ber ku hejmarek ji rêxistinên Sûrî bi nameyekê daxwaz kiribûn ku biryara bidawîkirina peyamanê were taloqkirin, ev biryar hat girtin.

Endamên Meclisa Ewlehiyê ya navdewletî jî diyar kirin ku ji bo rûniştina dema pêş, ew ê projeyek pêşîn a din amade bikin.

20’ê Kanûnê di civîna Konseya Ewlekariya Navdewletî de peymana şandina alîkariyê ya ji bo Sûriyê ji aliyê Rûsya û Çînê ve hatibû vetokirin.

Rûsyayê hiştibû ku 6 mehan alîkarî tenê ji deriyên sînor yê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibin.

NY’yê jî, ji bo karibe hîn zêdetir alîkarî bide koçberan daxwaz kir ku peymana şandina alîkariyan ya ji bo Sûriyê were nû kirin.

Leave a Reply

Back to top button