Tîma Hiqûqî ya Navxweyî ya Siwêdayê têkildarî lêkolînkirina dosyaya revandina dîlgirtiyan rapora pêşîn weşand.
Tîmê destnîşan kir ku rapor li gorî şopandina meydanî û rêveçûna lêkolînênên Dadgeha Leşkerî hat destpêkirin.
Di raporê de hate gotin, Dadgeha Leşkerî dosyaya revandina dîlgirtiyan xist destê tîmê û tevahî raye daye wê da ku dosyayê bişopîne.
Her wiha hate destnîşankirin ku lêkolînên heyî bi çavdêrî û rêveberiya cîgirê giştî yê leşkerî bi rêve diçe û gumanbar sewqî dozgerê lêkolînên leşkerî hat kirin.
Di dewama raporê de hate diyarkirin ku Dadgeha Leşkerî heya dîroka derxistina vê raporê 21 endamên Hêzên Parêzvanên Nîştimanî destgîr kirin û li gorî rêgezên qanûnî 7 ji wan hatin berdan.
Di raporê de hate destnîşankirin ku lêpirsîna bi endamên din re dewam dike.
Tîmê aşkera kir ku pêdiviya wan bi desteka lojîstîk, navendên taybet ên ragirtinê hene û pirsgirêkên ewlehî û eşîrtî dibin asteng.
Tîmê di dawiya raporê de banga “rêzdariya li serxwebûna dadgehê, mîsogeriya mafên hemû destgîrkiriyan û destnewerdana li karên saziyên dozgeriyê” kir.



