“Girtina deriyê Til Koçer beşek ji planên qirkirinê ye”

Deriyê sînor ê Til Koçerê yê di navbera Sûriye û Iraqê de, ji destpêka 2020ʹî ve, hatiye girtin.
Ev yek jî piştî vetoya Rûsya û Çînê ya di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk hat ..
Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf dibêje:
“Girtina deriyê Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovî beşek ji planên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê ye.”

Ebîr Hesaf diyar kir ku dewletên desthilatdar erdheja ku li Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê rû da ji bo mijarên siyasî bi kar tînin ..

Di demekê de ku divê mijarên siyasî deynin aliyekî û rewşa mirovî esas bigirin û got:

“Girtina deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên erdhejê cihê şermê ye..”

Ebîr Hesaf anî ziman ku girtina deriyê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî beşek li plana qirkirina gelên herêmê ye.

Back to top button