Ingilîstanê peymana nû ya koçberiyê bi Ruandayê re îmze kir

Îngilîstanê piştî ku peymana ku berê hatibû îmzekirin qanûnî nehat dîtin, peymaneke nû ya koçberiyê bi Ruandayê re îmze kir.

Li gor nûçeya The New Times Wezîrê Karên Hundir ê Îngilîstanê James Cleverly li Kîgaliya paytexta Ruandayê bi Wezîrê Karên Derve Vincent Biruta re hevdîtin pêk anî.

Cleverly û Birûta peymana nû ya koçberiyê îmze kirin.

Aliyên ku plana koçberiyê ji nû ve nirxandibûn, ku ji aliyê dadgeha Îngilîstanê ve neqanûnî hat dîtin, ragihandin ku peyman berfirehtir bûye û fikarên ku hatine gotin hatine çareserkirin.

Bi peymana nû, koçberên ku ji bo Ruandayê têne şandin, têne asteng kirin ku ji bo welatek sêyemîn ku dê jiyan an azadiya wan bixe xeteriyê.

Bi peymana ku hatiye îmzekirin, hikûmeta Îngilîstanê armanc dike koçberên ku bi rêyên neqanûnî derbasî welêt dibin û mafê penaberiyê dixwazin bişîne Ruandayê.

Peyman ji bo bikeve meriyetê divê ji aliyê herdu parlementoyên Inglîstan û Ruandayê ve were pejirandin.

Back to top button