Di nava Kanada û Hindistan de xebatên vîzeyê hatin rawestanin

Piştî kuştina lîderên Sikh yê Hindî li Kanadayê, krîza di navbera herdu welatan de mezin bû.
Hikumeta Hindistanê sûcdariyên Kanadayê “bêaqil” bi nav dike û îdiaya “çalakiya kuştinê” red dike.
Piştî dersînorkirina balyozxaneyan, niha jî Delhiya nû xebatên vîzeyê rawestand.

Krîza di têkiliyên di navbera Kanada û Hindistanê ya piştî kuştina lîderê cudaxwaz ê Sikh aloz bûne de, dewam dike.

Piştî ku her du welatan hefteya borî dîplomatên hev dersînorkirin, niha jî gavek din ya aloziyê gurtir bike tê avêtin.

Hindistan BLS International ku karûbarên vîzeyê ji hikumet û mîsyonên dîplomatîk ên li çaraliyê cîhanê re peyda dike, ragihand ku prosedurên vîzeya xwe li Kanada rawestandiye.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya şirketê hat dayîn de wiha hat gotin:

“Hişyariya girîng a mîsyona Hindistanê:

Ji ber sedemên operasyonê, ji 21’ê Îlona 2023’an ve, xizmetên vîzeya Hindistanê heta daxuyaniyeke din hatin sekinandin.”

Hefteya borî, piştî ku Ottawa karmendekî îstixbarata Hindistanê ji ber rola wî di kuştinê de dersînor kir, Delhiya Nû jî dîplomatkarê payebilind ê Kanadayê li wî welatî dersînor kir.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau roja Sêşemê ji Hindistanê xwest ku mirina rêberê Sikh Hardeep Singh Nijjar û gumanên ku ji hêla ajanên Delhiya Nû ve derbarê tevlêbûna wî de hatine eşkere kirin “ciddî bigire” û got;

Divê ew bersivê bidin îdiayan.

Hikumeta Hindistanê sûcdariyên Kanadayê “bêhişane” bi nav kir û “kiryarek tundûtûjiyê li Kanada” red kir.

Wezareta Karê Derve ya Hindistanê jî ji bo welatiyên xwe yên ku diçin Kanadayê “ji ber zêdebûna çalakiyên li dijî Hindistanê û êrîşên nefret û sûcên siyasî yên li Kanadayê” peyamek hişyarî da.

Hardeep Singh Nijjar di Hezîrana borî de ji hêla du zilamên rûpoş ve li parka perestgehek Sikh li British Columbia hate gulebarankirin û kuştin.

Nijjar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Nijjar ku li bakurê Hindistanê ji bo dewleteke serbixwe ya Sîkh a bi navê ‘Xalistan’ şer kir, 1997’an çû Kanadayê û di sala 2015’an de hat qebûlkirin.

Nijjar ji hêla rayedarên Hindistanê ve bi tohmeta terorîzmê û komploya kuştinê dihat xwestin.

Back to top button