Amed Milazgir: Emê li Zap, Metîna û Avaşînê dewleta Tirk têk bibin

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Milazgir derbarê êrîşên dagirkriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û diyar kir ku gerîla li dijî êrîşan berxwedaneke mezin dike û got, “Emê li Zap, Metîna û Avaşînê dewleta Tirk têk bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê rê nedin dagirkeriyê.”

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Milazgir derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û berxwedana dîrokî ya gerîla ji Stêrk TV re axivî.

Amed Milazgir destnîşan kir ku gerîla li dijî êrîşan berxwedaneke dîrokî nîşan dide û got,

“Qadên berxwedana gerîla lê hene 24 saetan bi balafiran têne bombebarankirin. Her roj li her qadê şerekî giran diqewime. Dijmin dixwaze qadên ku dagirkiriye berfireh bike. Li ber berxwedana gerîla dewleta Tirk serketina ku dixwest bi dest nexist.”

Amed Milazgir derbarê derdorên ku dibêjin, “Li Başûr PKK heye, lewma dewleta Tirk êriş dike” ev nirxandin kir,

“Belê li Başûr PKK heye û wê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî dewam bike. Dewleta Tirk ji bo êrişî Kurdistanê bike îro PKK’ê dike hêcet, sibe wê hêzeke cuda ya Kurd bike hêcet. Ji ber ku stratejiyeke xwe ya bi vî rengî heye.”

Fermandar Amed Milazgir bang li gelê Kurd kir ku xwedî li şehîdan û berxwedana gerîla derkeve û wiha bi dawî kir,

“Em ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dewleta Tirk têk bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê vê bikin. Ji xwe em her roj vê berdêlê didin, lê belê em ê ti carî nehêlin ku dewleta Tirk li xaka Kurdistanê bimîne.”

Back to top button