Li Êrîvanê hêrsa li dijî hikumetê

Ermenî ji rewşa li herêma Qerebax a Çiyayî pêk hatî bihêrsin.
Bi hezaran kes li paytext Êrîvanê kombûn û daxwaza îstifaya Serokwezîr Nîkola Paşînyan kirin.

Di wextekî li nava Bakûyê serketin tê pîrozkirin de, li Êrîvanê hêrsa gel a li dijî hikumetê heye.

Li paytexta Ermenîstan Erîvanê xwepêşandêrên bihêrs bûyîn bi polîsan re ketine nava pevçûnan.

Xwepêşanderan daxwaza îstifakirina serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan kirin.

Xwepêşandêr ji ber hikumetê bi têra xwe piştevaniya hêzên Qerebaxa Çiyayî nekiriye, bihêrsin.

Xwepêşandêran avahiyên hikumetê dan ber keviran.

Polîsan jî hewil dan bi rêya gaza rondikrêj xwepêşandêran belav bikin.

Siyasetmedarê mûxalîf Avetîk Çelebyan jî xîtabî girseyê kir û got,

“Desthilatdariya me dev ji axa xwe berda.”

Artsax navê ermenî yê Qerebaxê ye.

Çalabyan di axaftina xwe de got,

“Dijmin li ber deriyê me ye.

Ji bo guhertina polîtîkaya neteweyî divê em desthilatdariyê biguherînin.”

Parlamenterekî din jî xwest der barê Paşînyan de li Meclîsê pêvajoya lêpirsînê bê destpêkirin.

Li herêma Qerebaxa Çiyayî agirbest pêk hat

Back to top button