Li Idlibê Rejîmê li herêmên ”Bêçek” 29 êrîş pêk anîn

Hêzên rejîmê careke din li Idlibê nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker kir hedef. Her wiha rejîmê bi desteka Rûsyayê li herêmên bi navê “Bêçek”, zêdetirî 29 êrîş pêk anî. Nûnerê rêjîma Sûriyê yê NY Beşar El-Caferî jî careke din destnîşan kir ku dewleta Tirk li pişta çeteyên li Idlibê ye.

Li dijî çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê bi piştevaniya Rûsyayê êrîşên rejîma Sûrî berdewam dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên rejîma Sûrî careke din li asîmanê Idlibê ketin tevgerê.

Li gorî agahiyan, rejîmê li herêmên qaşo ”Bêçek” bêhtirî 29 êrîş pêk anîn û herêmên weke Meret Numan, Tilmisan, Xan Sibil, Meseran û rêya sereke ya Şam-Heleb a navdewletî hatin topbarankirin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
REJÎMÊ CAREKE DIN ÊRÎŞÎ NUQTEYA DEWLETA TIRK A MERHITAT KIR

Her wiha Hêzên rejîmê careke din derdora nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker ya li  Merhitat a li gundewarê Meret Nûman topbaran kir

ŞERÊ LI IDLIBÊ
BEŞAR EL-CAFERÎ: EM DEV JI MAFÊ XWE YÊ TUNEKIRINA TERORA LI IDLIBÊ BERNADIN

Li aliyekî din Nûnerê rejîma Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî careke din tekez kir ku operasyonên wan ên li dijî çeteyên li Idlibê wê berdewam bikin.

El-Caferî piştî civîna girtî ya li Konseya Ewlekariyê, daxuyaniyek da û got:

Sûriyê dest ji maf û erkên xwe yên tinekirina terorê li bargeha dawî ya li Idlibê bernade.

Her wiha El-Caferî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên li Idlibê dibe Lîbyayê, lê belê dewletên Yekîtiya Ewrupoyê van kiryaran ji nedîtî ve tên.

El-Caferî destnîşan kir ku “Tirkiyê bi piştgiriya rêxistinên terorîst ên li Idlibê, ji erkên xwe yên di çarçoveya lihevkirinên Soçî û Astanayê de dûr dikeve.”

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
RÛSYA Û FRANSAYÊ BERDEWAMIYA ŞERÊ LI DIJÎ TERORA LI SÛRIYÊ TEQEZ KIR

Serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û hempîşeyê xwe yê Fransî Emanoel Macron jî duh di encamê peywendiyeke telefonê de piştgirya xwe ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê nîşan dan û diyar kirin ku divê şerê li dijî terora li Sûriyê berdewam bike.

Leave a Reply

Back to top button