Lêkolînerên Emerîkî: leşkerên Emerîka yên li Sûrî di hedefa Îranê de ne

Lêkolînerên Emerîkî piştî kuştina Qasim Sulêmanî îşaret bi metirsiya li ser leşkerên Emerîka yên li Sûrî kirin û gotin:

Ji ber hêjmara leşkerên Emerîka ya li herêmê kêm e, wê nekarin ji aloziyek ku derkeve re bibin bersiv.

Her wiha barehegên çekdarên Heşda Şabî yên li ser sînorê Iraq-Sûrî jî pir nêzî baregehên Emerîka yên li Sûrî ne.

Piştî ku doh li ser fermana Serokê Emerîka Donald Trump Fermandarê Feyleq Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî hate kuştin, rayedarên Îranê gef li Emerîka xwar.

Gefên Îranê li Emerîka jî metirsî bi xwe re anîn.

Tora CNN li ser zimanê lêkolînerê Emerîkî ragihand ku “Cezayên kuştina Qasim Suleymanî hê jî ne diyar in.”

Lê belê hedefên bê gûman ên tolhildanê, hebûna leşkerî ya Emerîkayê li Sûriyê ye ku bi çend mîlan ji hêzên El-Heşd El-Şebî yên Iraqê dûr e.

Pisporê di nava antî terorê de Charles Lester pêşdîtinên xwe bi van hevokan parvekir:

“Hebûna Emerîkayê li Sûriyê êdî pir lawaz bûye.

Ew jî piştî lawazbûna bandoriya wê ji hêla baweriya hevkarên wê ye.”

Charles Lester weha dewam kir:

“Dibe hevalbendên Emerîka yên li Kendavê, bi taybet Behreyn, Îmarat û Erebistana Siûdiyê, bibin qurbaniya êrîşên tolhildana Îranê.

Her wiha dibe ku baregeha El-Edîd ya Emerîkayê ya li Qeterê hedefa gengaz a tolhildana Îranê be.”

Tora Emerîkayê li ser zimanê pisporê parastinê Been Friedman jî kuştina Suleymanî bi karekî bê serûberî binav kir û wiha got:

“Tişta ku Washingtonê kiriye, karekî bêserûber bû.

Ji ber ku hêzên wê yên li herêmê têrê nake li hember tevliheviyên bigûman bisekine.

Texmîn nakim ku şerek bi Emerîkayê re dest pê bike.

Lê wê Îran li dijî hêzên Emerîkayê hin gefan bikar bîne.”

Friedman diyar kir ku bi taybet baregeha Emerîkayê ya li Sûriyê ya ku ji 500 endaman pêk tê, dibe ku rastî xetereyan were.

Leave a Reply

Back to top button