Lavrov bi Zerîf re rewşa dawî ya herêmê nirxand

Wezîrê Karên Derve yê Rûyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re axivî. Herdu aliyan piştî kuştina Qasim Silêmanî rewşa dawî ya herêmê nirxandin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf û Sergey Lavrov piştî kuştina fermandar Qasim Silêmanî, rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û cîhanê nîqaş kirin.

Sergey Lavrov sersaxî ji bo Qasim Silêmanî xwest û kuştina wî şermezar kir.

Beriya niha jî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi riya telefonê, bi hempîşeyên xwe yên Tirkiye û Çînê re jî axivîbû.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê “Wang Yi” got ku divê Emerîkayê
êdî hêza xwe bi rêzbaza şaş bi kar neyne.

KUŞTINA QASIM SILÊMANÎ
ZERÎF LI TEHRANÊ BI HEMPÎŞEYÊ XWE YÊ QETERÊ AL SANÎ RE RÛNIŞT

Her wiha Cewad Zerîf îro jî li Tehranê bi hempîşeyê xwe yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî re rûnişt û rewşa dawî ya li herêmê nîqaş kir.

Ebdulrehman Al Sanî got ku rewşa li herêmê piştî kuştina Silêmanî aloz bûye û banga çareseriyeke aştiyane û aramiyê li herêmê kir.

Zerîf jî anî zimna ku kuştina Silêmanî weke karekî terorîst e û divê Emerîka giraniya karê xwe rake.

Leave a Reply

Back to top button