Meclisa xwendekarên zanîngehê qedandîn biryar da ku sibe li seranserê Herêma Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan li dar bixin.
Meclisa xwendekarên zanîngehan û peymangehên li Başûrê Kurdistanê derbarê mafên wan ya tayînkirinê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryar hatiye girtin ku sibe saet 10:00’an li seranserê Başûrê Kurdistanê xwepêşandan werin lidarxistin.
Herwiha bang li xwendekarên zanîngehê qedandîn, mamostayên bi peyman û karmendên bi peyman jî hate kirin da ku tevlî xwepêşandanan bibin.
Navnîşana çalakiyan
Hewlêr ber derê Parlamentoya Herêmê
Silêmanî, Dukan, Piremegurun, Erbet û Dola Bazyan li ber derê avahiya walîtiya Silêmaniyê.
Li Dihokê ber derê walitiyê.
Li Xurmal, Tewêle, Biyare û Helebce di nava bazarê ber derê bankeya kevin.
Li Seyîdsadiq ber derê qeymeqamtiyê.
Pênciwênê ber derê qeymeqamtiyê.
Li Derbendîxanê li ser rêya giştî a hemberî qeymeqamtiya giştî.
Tekye, Çemçemal û Exceler li parka Newroz.
Koyeyê li parka Xuşke Frîşte.
Li Raynye, Hacîava, Çarqurne li nav bazarê ber derê baxê giştî a Ranye.
Qelediz, Jarawa, Sengeser û Helşo ber derê qeymeqamtiya qezaya Pişder.
Li Kifrî û Kelarê ber derê qeymeqamtiya îdareya Germiyan.