Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî şaxê duyemîn ê Saziya Newroz a navendên kelûpelên xwarinê li Reqayê vekir.
Ev navend li taxa Seyf El-Dewle a bajarê Reqayê hat vekirin.
Armanca ji vekirina van navendan sivikkirina barên şêniyan e.
Di van navendan de madeyên wekî “Zeyt, şekir, birinc, çayê û madeyên paqijkirinê” hene û bi nirxekî kêm tên firotin.
Endama Rêveberiya navendê diyar kir ji ber ku zext li ser şaxê yekemîn ê saziyê çêdibû, şaxê duyemîn jî hate vekirin.
Piştî bilindbûna nirxê Dolar li hember lîreya Sûrî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî saziyên Newroz hatin vekirin.