Artêşa Ukraynayê piştî Avdîvka herema Lastockînê jî vekişa

Artêşa Ukraynayê her ku diçe heremên di destê xwe de winda dike. Artêşê piştî Avdîvka li heremê Lastokînê jî vekişiya.
Her wiha Rûsyayê herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporizha û Xerson ên li Ûkraynayê li Herêma Leşkerî ya Başûr hatin zêdekirin.
Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy jî diyar kir ku eger Ukranî şer bikin, Ukrayna dikare bi şert û mercên xwe şer bi dawî bike.

Artêşa Ukraynayê di 18’ê Sibatê Avdîka ya Donetks a Ukraynayê vekişiya.

Heman awayî Lastockîn a 2 kîlometir nêzî Avdîkayê jî winda kir.

Berdevkê yekîneyên leşkerî ya Ukraynayê Dmytro Lykhovî ragihand ku şerê dijwar bi Rûsyayê re ji Lastochkînê vekişayan e.

Lykhovî diyar kir ku leşkerên Ukranî ji bo xeta li heremê bigirin li gundên nêz mewzî girtine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku yekîneyên wan Lastockînê azad kirine.

Rûsya armanc dike bikeve herêma Xarkîvê

Kîev jî dibêje yekîneyên girêdayî Moskowê tevî windahiyên leşker û cebilxaneyê xwe êrîşî bajar û bajarokan dike.

Li gor analîstên Rojavayî Rûsan armanc dikin bikevin herêma Xarkîvê.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustan Umerov diyar kir ku nîvê piştgiriya leşkerî ya ku ji aliyê Rojava ve ji bo Ukraynayê hatiye dayîn di wextê xwe de negihîştiye.

Umerov anî ziman ku ev rewş plansaziya leşkerî zehmet dike û di encamê vê yekê de leşkerên Ukranî dimirin.

Biryara Rûsyayê ya li ser 4 herêmên ku ji Ukraynayê girtine

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryarnameyek derbarê heremên ku ji Ukraynayê girtine îmze kir.

Li gor vê herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Kherson ên li Ûkraynayê li Herêma Leşkerî ya Başûr hatin zêdekirin.

Bi vî awayî hejmara herêmên leşkerî yên li welêt, di nav de herêmên Navend û Rojhilat jî derket 5’an.

Zelenskiy: Ukrayna dikare şer bi derfetê xwe bi dawî bike

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir ku eger Ukranî şer bikin, Ukrayna dikare bi şert û mercên xwe şer bi dawî bike.

Zelenskiy got:

“Ji 26’ê Sibata 2014’an vir ve gelek tişt hatine guhertin û her kes dibîne ku ev guhertinên mezin ber bi kîjan alî ve diçin.

Em dikarin bi tena serê xwe, bi şertên Ukraynayê vî şerî biqedînin.

Em dikarin ax û gelê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Em dikarin Rûsya ji tiştên ku kiriye berpirsiyar bihesibînin.

Lê divê em têbikoşin ku ev pêk were”

Macron: Leşker şandina bo Ukraynayê ne derveyî ixtîmalê ye

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Rûsya hem li hundir hem jî li qada şer li dijî Ukraynayê êrîşkartir bûye.

Macron got,

“Em di wê baweriyê de ne ku têkçûna Rûsyayê ji bo ewlekarî û îstiqrara Ewropayê pêwîst e.

Em bi gelê Rûsyayê re ne di nava şer de ne. Em tenê naxwazin bihêlin ew bi ser bikevin.”

Macron xwest ku zêdetir çek û cebilxaneyên navîn ji Ukraynayê re bên şandin.

Back to top button