Hevserokatiya KCK’ê: Tevgera Goran dikare li dijî dagirkeriya Tirk rolek dîrokî bilîze

Hevserokatiya KCK’ê derbarê damezrandina Tevgera Goran peyamek weşand û got: “Tevgera Goran dikare li dijî dagirkeriya Tirk rolek dîrokî bilîze.”

Îro 11’emîn salvegera damezrandina Tevgera Goran e, bi vê boneyê jî Hevserokatiya KCK’ê peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî wê kir.

KCK’ê diyar kir ku Tevgera Goran bi pêşengtiya rehmetî Newşîrwan Mistefa wek kesayetek rewşenbîr, xwedî ezmûn û karîzma karî rûpelek nû di dîroka siyasî ya Başûrê Kurdistanê de veke.

Hevserokatiya KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bi taybet di demek ku hemû Kurdistan ketiye li ber pêla dagirkerî û enfalê ya dewleta Tirk, Tevgera Goran dikare li dijî dagirkeriyê rolek dîrokî bilîze.”

Back to top button