Çeteyan li Efrînê zarokek din ji avahiyekê hat avêtin

Li Efrîna dagirkirî, careke din zarokek ji avahiyekê hat avêtin û bi hovîtî hat kuştin. 

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, eşkere kir ku zarokê bi navê ‘Selah Ibrahîm El-Rec’ yê 9 salî ji qata 6an a avahiyekê, li çerxereya Newrozê hat avêtin û kuştin.

Li gorî rêxistinê, ev zarok ji aliyê jineke nenas ve hatiye avêtin.

Beriya vê bûyerê, 5 rewşên din ên bi vî rengî hatibûn tomarkirin.

Yek ji wan jî 18’ê Tîrmehê bû, ku zarokê bi navê ‘Imad Mehmûd Ekaş’ ê du salî ji avahiyekê li taxa Mehmûdiyê hatibû avêtin û kuştin.

Çeteyan kalemêrek ji gundê Qestelê Xidriya revand

Li aliyê din jî, çeteyên dewleta Tirk kalemêrê bi navê Remedan Elo yê 72 salî ji gundê Qestelê Xidriya yê Bilbilê revand.

Heman Rêxistinê da zanîn ku ev cara duyemîn e Remedan tê revandin û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Back to top button