Li herêma Firatê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Bi zêdebûna hejmara pêketiyan Şaneya Aloziyê li herêma Firatê qedexeya derketina derve ji 15’ê mehê heta 26’ê mehê ragihand.

Bi bilindbûna hejmara pêketiyên Coronayê li herêma Firatê Şaneya Aloziyê bi biryarnameyekê qedexeya derketina derve li wir ragihand.

Qedexe ji 15’ê Mijdarê destpê bike û heta 26’ê Mijdarê jî dewam bike.

Li gorî biryarnameyê Desteya Tenduristiyê, klînkên taybet, dermanxane, karkerên paqijiyê, xebatên lezgîn û rewşên awarte yên avê, aş, firinên nan, tîmên rewşên awarte yên kehrebeyê, wê karê xwe dewam bikin.

Şaneyê ji şêniyan hêvî kir ku li gorî biryaran tev bigerin da ku dawî li vê rewşê bînin.

Back to top button