Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişloyê li ser rewşa siyasî û mijarên din yên li herêmê îro civînek li dar xist.
Di civînê de, partiyên amade diyar kir ku divê gel bi Hêzên Sûriya Demokratîk û rêveberiyê xwe re be.
Her wiha di civînê de li pêşniyarên pêşvebirin û bipêşxistina Rêveberiya Xweser hat gotûbêj kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro, li bajarê Qamişloyê li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomatîk civînek li dar xist..
Civîn ji aliyê Bedran Çiyakurd cîgirê hevserokatiya hevbeş a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hat lidarxistin..
Tê de nûnerên partiyan û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, Telet Yûnis û Nezîra Gewriye amade bûn..
Di civînê de geşedanên siyasî yên dawî, rewş û plansaziyên xizmetguzariyê yên herêma Cizîrê hatin gotûbêjkirin..
Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telet Yûnis ji ajansa ANHA’yê re got:
“Me digel partiyên siyasî rewşa siyasî ya giştî ya li herêmê gotûbêj kir.
Me geşedanên dawî yên herêmî û navdewletî jî gotûbêj kirin.
Her wiha me gefên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser gotûbêj kirin.”
Telet Yûnis anî ziman ku di civînê de serdanên her du şandeyên MSD’ê û Rêveberiya Xweser bo paytextên gelek dewletên cîhanê hatin gotûbêjkirin..
Di dawiyê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telet Yûnis got:
“Partiyên siyasî hemûyan teqez kir ku divê di vê qonaxa hestyar de gel û hemû partî piştgiriyê bidin QSD û Rêveberiya Xweser.
Da ku rûbirûyî gef û metirsiyan bin.
Me rewşa aborî gotûbêj kir û li pêşniyar û rexneyên partiyên siyasî yên ji bo sererastkirina karê saziyên rêveberiyê guhdarî kir.”