El-Mismarî: Çeteyên Wîfaqê, bêtirî 20 mûşekan avêtin bajarê Terhona

Li bajarê Terhona yê başûr rojhilatê paytexta Terablusê zêdetirî 20 moşek avêt cihên sivîlan.

Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk a Çeteyên li Girê Sipî, ji bo bide şerkirin dişîne Lîbyayê.

Berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk şeva borî, 20 mûşek avît bajarê Terhona yê.

Ehmed El-Mismarî diyarkir ku piraniya wan li mal û herêmên sivîlan ketin e.

El-Mismarî ji şandeya NY ya li Lîbyayê xwest ku li dijî êrîşan bi erkên xwe rabin.

MÎT’a Tirk, çeteyên Ehrar El-Şerqiya û ceyş El-Şerqiya neçar dike ku biçin Lîbya

Herwiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da xuyakirin ku Ehrar El-Şerqiya û Ceyş El-Şerqiya lîsteyeke ku navên 500 çeteyan tê de ye, ji dewleta Tirk re pêşkêş kiriye.

MÎT’a Tirk jî dest bi veguhastina beşekî van çeteyan kiriye ku ji Girê Spî wan ber bi Tirkiyê ve dibin, da ku bişînin Lîbyayê.

Back to top button