200 Çeteyên Sûrî ji Lîbyayê derbasî Ewropayê bûne

Dewleta Tirk şandina çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve didomîne. Îro jî, 40 çeteyên ji Sûrî, ji Lîbyayê derbasî Ewropayê bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand ku îro 40 ji çeteyên ji Sûrî ku dewleta Tirk ew şandine Lîbyayê, derbasî Îtalyayê bûne.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, heya niha derdora 200 çeteyên ji Sûrî ji Lîbyayê derbasî Ewropayê bûne û 117 jî hatine kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, heya niha dewleta Tirk nêzî 4 hezat û 750 çete ji Sûriyê şandine Lîbyayê û hezar 900 çeteyên din jî di baregehên leşkerî yên Tirkiyê de ne û li benda çûyîna Lîbayê ne.

Çeteyên dewleta tirk ku li Lîbya hatine kuştin jî li Efrînê tên veşartin.

Li gorî malpera “Efrinpost” jî, 4 ji çeteyên li Lîbyayê hatine kuştin li navenda Efrînê hatine veşartin û wê 47 cenazyên din jî li herêmê werin veşartin.

Back to top button