Li Reqayê ji bo alîkarî kirina kesên ku ji kampa Holê konfrans hat li darxistin

Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser li Reqayê, bi durişmeya “Ber bi civakeke hevgirtî” Konfransa ji nû ve tevlîkirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin ,li darxist.

Di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hemû rêxistinên navneteweyî û xwecih ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Beşdarvanên konferansê balkişandin ser erkên ku divê werin bicîh anîn û gotin:

“Divê hemû sazî û rêxistinên navnetweyê,Piştgiriyê bidin malbatên ku ji kampa Holê vedigerin”

Li gorî encamnameya konfiransê divê navê kesên ku vedigerin bê qeydkirin.

Têkîldarî vê mijarê komîteyek taybet were ava kirin û bi vê re malbatên ji kampa Holê vedigerin re alîkarî were kirin.

Back to top button