Erdogan Protokola tevlêbûna Swêdê bo NATO’yê îmze kir

Serokomarê rejîma Tirkiyê Erdogan Protokola tevlêbûna Swêdê bo NATO’yê îmze kir û şand meclisê.
Piştî vê yekê Serokwezîrê Swêdê Kristersson diyar kir ku ew ji biryara heyî kêfxweş in.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg jî got: “Em li bendê her tişt bi serketî derbas bibe.”

Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Protokola Tevlêbûna Swêdê bo NATO’yê îmze kir.

Pirştî îmzekirinê protokol ji bo erêkirinê ji Meclisa Mezin a Tirkiyê re hat şand.

Wezareta Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê li ser hesbê xwe yê X diyar kir ku Protokola Tevlîbûna Swêdê bo NATO’yê ji Meclîsê re hatiye şandin.

Kristersson: Em ji ber biryara heyî kêfxweşin

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku ew ji biryara heyî kêfxweş in.

Kristersson destnîşan kir ku ew li bendê ne bibin endamê NATO’yê.

Stoltenberg: Em hêvîdar in ku Swêd di demeke nêz de bibe endamê NATO’yê

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û got:

“Ez li bendê me ku di demeke nêz de ev dengdan bi awayekî serketî derbas bibe û tevlîbûna Swêdê bo NATO’yê were qebûlkirin.”

Demeke kêm ma Swêd bikeve NATO’yê

Fînlandiya û Swêd di Gulana 2022’an de ji bo endamtiya NATO serlêndan kirin.

Ev hewildanên her dû welatan piştî êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê pêk hat.

Lê dema ku Fînlandiya bû endamê NATO’yê, Enqere li dijî endamtiya Swêdê derket.

Tirkiye bi rêya qebûlkirina endamtiya Swêdê hewil dide di mijara girtina balafirên F-16 de hin gava bi Amerîkayê bide avêtin.

Her wiha Enqere dixwaze, di mijara şerê li dijî gelê Kurd de Swêd pişgiriya wê bike.

Back to top button